Sevim Hatun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 06 Mijdar 2017
TOKYO
Serokê Emrîkayê Donald Trump di tûra Asyayê de pêşî çû Tokyoya paytextê Japonyayê, li vir bi Serokwezîr Şînzo Abe re kom bû.
Li gor nûçeya Kyodoya ajansa xeberan, Trump berî civîna digel Abe ya li Qesra Akasakayê daxuyanî da, got ku ew di mijara birêvebirina hevkariya herdu welatan de hemfikir in û wiha axivî:
"Bi taybetî di qada bazirganiyê de pêşvebirina peywendiyên adil û wekhev em hemfikir in."