Muhammet Kurşun
16 Gulan 2017•Rojanekirin: 17 Gulan 2017
WASHINGTON
Serokê Emrîkayê Donald Trump got: "Xelkê Tirkiyê di van salên dawîn de rastî êrişên terorî ên pir tirsnak hat. Em sersaxiyên xwe ji bo xizmên mexdûrên van êrîşan û piştgiriyên xwe ji bo miletê Tirkiyê pêşkêş dikin. Em di mucadeleya Tirkiyê ya li dijî rêxistinên terorî wek PKK û DEAŞê destek dikin û der barê qadeke ewle ji komên terorîstî re nehêlin jî temînatê didin Tirkiyê."
Serkomar Erdogan û Serokê Emrîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina dualî ya li Nivîsîngeha Ovalê civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Serokê Emrîkayê Donald Trump behsa bûyerên dawîn ên li Tirkiyê kir û wiha axivî: "Xelkê Tirkiyê di van salên dawîn de rastî êrişên terorî ên pir tirsnak hat. Em sersaxiyên xwe ji bo xizmên mexdûrên van êrîşan û piştgiriyên xwe ji bo miletê Tirkiyê pêşkêş dikin. Em di mucadeleya Tirkiyê ya li dijî rêxistinên terorî wek PKK û DEAŞê destek dikin û der barê qadeke ewle ji komên terorîstî re nehêlin jî temînatê didin Tirkiyê."
Der barê têkiliyên herdu aliyan jî Serokê Emrîkayê Donald Trump wiha nirxandin kir: "Ji bo bi Serkomar Erdogan re xebateke hevpar bimeşînin û aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn were pêkanîn, li hemberî talûkeyên hevpar mucadele were kirin û ji bo hemû însanan pêşerojeke birûmet were rexsandin gelekî biheyecan im, di rewşa bêsebriyê de me."
Li ser têkiliyên aborî jî wiha dewam kir: "Em dixwazin têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî bi Tirkiyê re xurt bikin. Ji bo em têkiliyên xwe li gor menfîeta herdu welatan ava bikin ev qadên herî munasib in."
Der barê rewşa Sûriyê de jî Trump wiha axivî: "Tirkiye ji bo qetlîamên tirsnak ên li Sûriyê werin sekinandin pêşengtiya hewldanan kir. Em vê yekê bi teqdîr pêşwazî dikin. Şerê navxweyî yê Sûriyê hemû dinyayê dixe şokê. Ji bo vê yekê bibînin tenê divê em li rûpelên pêşî yên rojnameyên îro binêrin. Em hemû gavên ku tundiya li Sûriyê kêm bikin û îmkan ji çareseriya aştiyane re çêkin destek dikin."