Önder Beyter
20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump di peymana xwe ya newrozê da rexneyên tund li Îranê kir û wiha got, "Ez newroza bi milyonan însanên ku li tevahiya dinyayê hatina biharê pêşwazî dikin, pîroz dikim."
Trump der barê newroza ku wekî mizgîniya biharê tê qebûlkirin da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Trump di destpêka daxuyaniya xwe da wiha pîrozbahî da kesên ku newrozê pîroz dikin:
"Ez newroza bi milyonan însanên ku li tevahiya dinyayê hatina biharê pêşwazî dikin, pîroz dikim."
Paşê jî Trump di dûmahîka peymana xwe da berê tîrên rexneyê da rêveberiya Îranê û herwiha Artêşa Pasewanên Şoreşa Îranê.
Serokê Amerîkayê Trump diyar kir ku koka newrozê digihîje Îranê û wiha pê da çû:
"Îro xelkê Îranê bi rikberiyeke din ra rûbirû ye ku ev jî ew rêveber in ku şûna ji gel ra xizmetê bikin, ji bo xwe xizmetê dikin. 2 hezar û 500 sal berê Darius (Qralê Persan) ji Xwedê daxwaz kir ku gelê Îranê li hemberî sê tiştan biparêze: Artêşên dijmin, hişkayî û derewkarî. Îro Artêşa Pasewanên Şoraşa Îranê nûnertiya van hersêyan jî dike."
- Ji Wezareta Karên Derva daxuyaniya newrozê
Ji aliyê din va jî Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê John Sullivan jî cejna her kesekî ku li ser kevneşopiya newrozê ye, pîroz kir.