İbrahim Atmaca
20 Adar 2018•Rojanekirin: 20 Adar 2018
HATAY
Fuzeya ku li gor tesbîtê ji herêmeke Sûriyeyê ku di bin kontrola rejima Esed da ye hatiye avêtin li Yayladaga navçeya Hatayê nêzî qereqola sînor li eraziyekî vala ket.
Li gor agahiya ku hat hildan, fuzeyeke ku dora saet 23.00î ji herêma rejimê hat avêtin li nêzî Qereqola Tepe ya Hamutê li eraziyekî vala ket.
Dema ku fuze ket, dengê teqînê navçeya Yayladagê di serî da li taxên ser sînor hat bihîstin.
Rayedaran ragihand, piştî ku fuze ket, eskerek sivik birîndar bû û li ser piya hat tedawîkirin.
Pisporên eskerî diyar kirin ku ji bo tesbîta tîpa fuzeyê xebatê dikin.
Lêkolîna ku li ser bûyerê dest pê kir, dewam dike.