Salih Okuroğlu
25 Îlon 2024•Rojanekirin: 26 Îlon 2024
Serokê Amerîkayê yê berê û namzedê serokatiyê yê Komarparêzan Donald Trump destnîşan kir ku ji Îranê li dijî canê xwe "tehdîdên mezin" distîne û got, "Îranê beriya niha jî hinek tişt kirin lê neçû serî, ewê dîsa biceribînin."
Trump li ser hesabê xwe yê li platforma medyaya civakî Truth Socialê daxuyanî da.
Trump anî ziman ku ji aliyê Îranê va dijî canê xwe "tehdîdên mezin" distîne û got, "Teveka artêşa Amerîkayê temaşe dike û çaverê ye. Îranê beriya niha jî hinek tişt kirin lê neçû serî, ewê dîsa biceribînin."
Trump diyar kir ku derdora wî "bi qasî ku hîç nedîtibû" bi kesên çekdar rapêçayî ye û ji ber budceya îlawe ji bo Servîsa Nehênî ya Amerîkayê bi yekdengî pesend kir, spasiya Kongreya Amerîkayê kir.