Muhammet Nazım Taşcı
09 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2025
Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump, ji ber şewata ku li yek ji taxên luks ên bajêr li Los Angelesê derket, rêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Bîden kir hedef.
Trump li ser Truth Socialê da got şewatên li Los Angelesê ji ber "nejêhatîbûn û rêveberiya xirab a Bîden û Waliyê Calîforniyayê Gavîn Newsom" çêbûn.
Trump îdia kir ku li Los Angelesê di kaniyên vemirandina şewatê da av tune, pereyê Saziya Rêvebiriya Rewşa Acil a Federal (FEMA) tune û wiha got: "Vaye ya ku Joe Bîden ji min ra hişt ev e. Spas Joe."
Trump îdia kir ku polîtîkayên hawirdorê yên Waliyê Calîforniyayê Newsom ne baş in, lewra wî av ji bo qadên avî û jîngeha kovî xerc kiriye, ji ber vê jî ji bo vemirandina şewatê çavkaniyên avê zîha bûne û bang li Walî Newsom kir ku ew îstifa bike.
Walî Newsom di daxuyaniya xwe ya CNNê da bersiv da rexneyên Trump û wiha got: "Di rewşeke wiha da jî dixwaze siyasetê bike. Malên însanan şewitîn, hezkiriyên wan mirin. Şewatê dibistana zarokan, malbata wan wêran kir, lê Trump li dû siyasetê ye."