16 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2019
Serokê DYAyê Donald Trump got, "Ji gelek aliyan ve PKK, di warê terorê û tehdîda terorê de, muhtemelen ji DEAŞê xirabtir e."
Serokê DYAyê Trump piştî civîna dualî ya digel Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarella, li Qesra Spî civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.
Di bersiva; Herekata Kaniya Aşitiyê dan destpêkirin gelo ev ji were surprîz bû? Trump got, "Biryara (Serokomar Recep Tayyîp) Erdogan ji min re ne ecêb bû. Ji mêj ve dixwest vê bike, ji mêj ve esker li ser sînorê Sûriyeyê dicivandin."
Trump bi bîr xist ku eskerên xwe yên li bakurê Sûriyeyê vekişandine û got, "(Tirkiye û YPG/PKK) Maweyeke dirêj e, şerê hev dikin. Li ser sînorê Sûriyeyê jî şer dikin. Vêderê sînorê Sûriyeyê ye. Ez dipirsim gelo çima sînorê welatekî (Sûriye) ku ne dostê me ne em diparêzin. Têkiliyên Sûriyeyê jî bi Kurdan re hen û ew (YPG/PKK) melaîket nîn in."
Trump bal kişand ser têkoşîna DYAyê ya dijî DEAŞê û got, "Ji gelek aliyan ve PKK, di warê terorê û tehdîda terorê de, muhtemelen ji DEAŞê xirabtir e."