Yusuf Soykan Bal
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, tîmên lêgerîn xilaskirinê yên Fermandariya Tûxaya Alîkariya Mirovî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ku piştî erdheja li Venezuelayê bo herêmê hatin şandin, xebatên xwe didomînin.
Di daxuyaniya li ser hesabê Wezaretê yê NSosyalê da wiha hat gotin:
"Destê alîkariyê yê gelê Tirk mesafeyan li dû xwe dihêle û digihêje her cihekê ku pêdivî pê heye. Personelê AFADê û her wiha tîmên lêgerîn xilaskirinê û kûçikên lêgerîn xilaskirinê yên Fermandariya Tûxaya Alîkariya Mirovî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ku piştî erdheja li Venezuelayê gihîştin herêmê, li cihê afatê xebatên xwe bênavber didomînin. Ekîbên me yên ku di bin kavilana da li nîşaneya jiyanê digerin, şev û roj di şertên dijwar da dixebitin da ku xwe bi wan însanan ra bigihînin ku li benda xilasbûnê ne."