Fatih Gazioğlu
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
ANKARA
Sererkaniyê diyar kir ku hêzên TSKyê ji duh pe va di çarçoveya Pêvajoya Astanayê, li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya li Îdlibê dest bi fealiyetên teşkîlê ya ciyên çavdêriyê kir.
Der barê mijarê de ji Sererkaniyê daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya Pêvajoya Astanayê da endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji bo tesîskirina agirbestê, pêkanîna domandina çavdêriyê, gihandina alîkariyê ji însanên muhtac ra ji bo kesên ku ji cî û warên xwe bûne vegerin malên xwe şert û mercan bi cî bînin ji duh pê va li herêmê ciyên çavdêriyê ji ava dikin. Endamên Artêşa Tirkiyeyê li Herêma Kêmkirina Aloziyê ya li Îdlibê 8ê cotmehê dest bi fealiyetan kirin û 12yê cotmehê jî dest bi fealiyetên teşkîla ciyên çavdêriyê kirin."
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin wezîfeya hêzên TSKê di çarçoveya şert û mercên angajmanê de bi hevkariya welatên din tê kirin.