Fatih Gazioğlu
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
WASHINGTON
Berdevka Karên Derva ya DYAyê Heather Nauertê got ku Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva bi Mevlut Çavuşoglu re axiviye û wiha got: "Em hêvî dikin ku bi Tirkiyeyê re dîalog bê danîn. Beriya vê û hikûmeta me û ya Tirkiyeyê li ser gelek mijaran civîn kirin û axivîn."
Berdevka Wezareta Karên Derva ya DYAyê Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da pirsên li ser krîza vîzeyê ya di navbera Tirkiye û DYAyê de bersivand.
Nauertê got ku Rex Tîllersonê Wezîrê Karên Derva bi Mevlut Çavuşoglu re axiviye û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku bi Tirkiyeyê re dîalog bê danîn. Beriya vê û hikûmeta me û ya Tirkiyeyê li ser gelek mijaran civîn kirin û axivîn. Di lêpirsînan de ji bona meseleya hevkariyê hin fikarên me hene. 3 xebatkarên balyozxaneya me li ser ewlehiyê dixebitin. Girtina insanên me hin pirsan tîne bîra me."
Nauertê ji bo pirseke ku xebatkarên binçavkirî û keşîş Andrew Brunson endamên FETOyê ne, wiha got: "Em ji Tirkiyeyê delîlan dixwazin. Em rica dikin, Tirkiye bila îspat bike ka têkiliya van kesan û terorîzmê çi ye. Bila destûrê bidin ev kes bi parêzerên xwe biaxivin. Em ji bo vê hêvîdar in."