24 Îlon 2015•Rojanekirin: 24 Îlon 2015
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku wî tu caran ji bo ser wezîfeyê bimîne israr nekiriye û wiha dewam kir: "Di heman demê de ez hemû îdia û hincetên wekî 'Yekî ku cihê min tijî bike tune' red dikim."
Barzanî bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û peyamên girîng dan partiyên siyasî yên li herêmê. Barzanî got ku herêma kurdistanê di merheleyeke zor û zehmet re derbas dibe û ne hewceye mirov di van rojên zehmet de meseleya serokatiyê jî bike wek qrîzekî.
Barzanî bal kişand ser meseleyê got ku dixwazin pirsgirêkê mezin bikin, min hê maweya min temam nebûbû teleba hilbijartinê kir. Bi vî awayî min berpirsiyariya xwe ya siyasî bi cih anî.
Barzanî got: "Tu caran ji bo ser wezîfeyê bimînim, min israr nekir. Di heman demê de ez hemû îdia û hincetên wekî 'Yekî ku cihê min tijî bike tune' red dikim. Haya min ji hemûyan zêdetir ji giringiya qanûn heye û lazim e, ez zêdetirî hemûyan li hemberî qanûnan rêz bigrim. Bila êdî mayîn û nemana min nekin nav nîqaşên hilbijartina serokatî û erkên serok. Lewra ev mijar, mijarên ji hev du cihê ne."
Barzanî wiha dewam kir: "Bila aliyên siyasî bên bal hev, sîstema hilbijartinê ya serok û erkên wî diyar bikin û bila ev heta 2017an di rewacê de be, di heman demê de bi rêya qanûnan jî bila vê biryarê biparêzin. Lêbelê bila biryara dawîn gel bide. Heta hilbijartinê kîjan biryar raste, li gor wê tevbigerin. An ez ê li ser wezîfeyê bimînim an jî ez ê wezîfeyê dewrî yekî rêzdar ê din bikim. Ji hemû partî, aliyên siyasî û endamên parlementoyê daxwaza min ew e ku, bila kom bibin û di demeke kurt de vê meseleyê çareser bikin. Bila ev pirsgirêk di vê serdema ku em bi DAEŞê re têdikoşin de, kûrtir û mezintir nebe."