23 Îlon 2015•Rojanekirin: 23 Îlon 2015
MOSKOVA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Moscovaya paytextê Rûsyayê beşdarî merasima vekirina Migefta Mezin a Moscovayê bû.
Erdogan di axaftina xwe ya ku li vê derê kir de ji hemû kesên ku bo mizgeftê xebitîn re spas kir û bal kişand ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê. Erdogan wiha got: "Em herdu nûnerên qedîm ên çanda Avrasyayê dema ji dil û bi hevdu re hevkariyê bikin, ev yek him ji bo gelê me û him jî ji bo hemû dinyayê wê encamên bi xêr derxe."
Der heqê pirsgirêka penaberan de jî Erdogan peyam da û diyar kir ku derî li penaberan digtin û di behran da wan terkî mirinê kirin. Ew çareserî nîne û çareya herî baş jî ewe ku meriv welatê wan ji bo wan bike cihê jiyînê.
Erdogan destnîşan kir ku Rûsya di qada baweriyên ji hev cihê û miletên cûr bi cûr lê dijîn de welatekî mînak e û wiha pê de çû: "Em li vê derê ji bo vê yekê kêfxweşiya xwe parve dikin lê mixabin li hin deverên din ên dinyayê bûyerên li dijî vê mînakê diqewimin. Polîtîkayên cudahiyê yên ku Îsraîl li hemberî filistîniyan radixe ber çavan û tevgerên wê yên ku pîrozbahiya Mescîda Eqsayê bin bê dike rewşê ber bi halekî xerab ve dibe. Bi taybetî jî divê hemû mirovahî ji halê kesên ku ji ber bûyerên li Suriye, Iraq, Misir, Libya, Yemen û herêmên din ên nêzî me diqewimin direvin û berê xwe didin Ewropayê şerm bikin."
- "Divê em agirê li Rojhilata Navîn bi qencî, edalet û wîcdanê ve bitemirînin"
Serokomar Erdogan gotina nivîskarê rûsî Tolstoy a "Li heyatê meşqûliyeta herî girîng qencî ye" bi bîr xist û welatên Ewropayê di serî de bangî hemû dewletên li çar aliyê dinyayê ne kir û wiha pê de çû: "Tolstoy di çîrokeke xwe ye din de jî dibêje agirê ku bi fikra xerab hatibe pêxistin tevlî wê malê hemû gund dişewitîne. Ew agirê ku niha li Rojhilata Navîn hatiye pêxistin divê em bi qencî, edalet û wîcdanê ve bitemirînin."