20 Îlon 2017•Rojanekirin: 21 Îlon 2017
XEZE
Tugayên Nasir Selahaddîn ya ku milê Komîteyên Berxwedana Gel a biçek li Xezeyê tetbîqateke leşkerî li dar xist.
Tetbîqat li bajarê Xan Yûnisê ya ku başûrê Xeta Xezeyê hat kirin. Di tetbîqatê de mewziyên dijmin hatin bombekirin, birîndar hatin tehliyekirin.
Ebû Etayayê Berdevkê Tugayên Nasir Selahaddîn ji nûçegihanê AA re wiha got: "Ev tetbîqat di pêşerojê de heke bi dijmin re (Îsrail) şerek çêbibe ji bo amadehiyê hat kirin. Heke Îsraîla dagirker êrîşî gelê me bike Berxwedan amade ye ku pê ra şer bike."
Ebû Etaya got di destê wan de çi derfet hebe ew bi kar tînin ku çekên xwe pêşva bibin.
Îsraîlê herî dawîn di tîrmeha 2014an de êrîş dabû destpêkirin û di van êrîşên ku 51 rojan dewam kir de ji 2 hezarî zêdetir filistînî miribûn û 11 hezar kes jî birîndar bûbûn.