Haydar Şahin
01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Li Bexdaya paytextê Iraqê di çalakiyên dijî hikumetê da wezifeya ambulansan motorsîkletên texsî yên bi navê "tuk tuk"ê tên zanîn dikin.
Li qadê ji ber bombeyên xaza rondikrêj ên tên avêtin dûyê sipî radibe, tuk tuk guh nadin dû û dûmanê di nav wê qerebalixiyê da bi lez hereket dikin, mirî an jî birîndaran radikin nexweşxaneyan.
Li qada lê çalakî tên lidarxistin ambulansên Wezareta Tenduristiyê gelekî kêm in. Wesayîtên wezifeya ambulansê dikin jî bi carekî ketin jiyana welatiyên Iraqê û bûn "nîşane"ya çalakiyan.
Li Meydana Tehrîrê û dorberê wê ji ber destê sibê pê va gelek tuk tukên reng rengî di nav qerebalixiyê da diçin û tên.

Tuk tuk diçin cem çalakvanên li pêşiyê û di dema midaxeleyên hêzên ewlekariyê da wezifeya mertal dikin. Li ser hin tuk tukaa îfadeyên wekî "Tuk Tuka Ambulans" hatine nivîsandin.
Kesên ji çalakiyê derdikevin jî ji bo herin malên xwe hetanî mesafeyekê van wesayîtan bi kar tînin.
- Nîşaneya çalakiyan: Tuk tuk
Tuk tukên bûn nşaneya çalakiyên Iraqê ji welatiyan jî eleqeyeke mezin dibînin. Li qadên çalakiyan li ser pankartan pesnê tuk tukan didin û li ser dîwaran resmên wan xêz dikin.
Li ser medyaya civakî karîkatur û nivîsên qala tuk tukan dikin tên weşandin. Hat dîtin ku xwendekarên qîzîn di dema çalakiyan da pankarta li ser "Ez ê bi kesî ra nezewicim bi tenê ajokarê tuk tukê ra bizewicim" hatine nivîsandin dan destê xwe.
Husam Resamê sitranbêj ji bo van wesayîtên bûn nîşaneya çalakiyan sitranek amade kir.

Jeanine Hennis Plasscharerta Seroka Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî dema çû Meydana Tehrîrê wesayîta sêtotikî ajot.
Piraniya ajokarên van wesayîtan ji 25 salî piçûktir in.
Hesen Ridayê ajokarê tuk tukê li Meydana Tehrîrê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Em ji destêpka çalakiyan vir da li vê derê ne. Me gelek kuştî û birîndar birin nexweşxaneyan. Xwarin û xureka dibexşînin çalakvanan jî em hetanî konên wan dibin."
Rida got dema çalakvanan dibin û tîni tu pereyekî nastînin û wiha pê da çû: "Hin kes bexşê didin ew jî têra me dike. Me bihîst ku hin çalakvan di nav xwe da ji bo me pereyan kom dikin û me qebûl nekir. Dema dost pereyê benzînê didin em bi tenê wê qebûl dikin."
Husam Huseynê ajokarê tuk tukê jî got li der û dora Meydana Tehrîrê kêmzêde 500 wesayît dexebitin.
Huseyn wiha axivî: "Hikûmetê gelekî kêm ambulans wezifedar kirine. Em wezifeya ambulansê dikin. Em ditirsin ku dest bidin ser wesayîtên me û me bigrin. Têlefonî hin hevalên me kirine û tehdîd kirine. Lêbelê hetanî çalakî xilas nebin em venagerin malên xwe, di vê mijarê da biryardar in."