Ahmed Gouda,Hamdi Yıldız
12 Mijdar 2023•Rojanekirin: 13 Mijdar 2023
Tuxayên Îzzeddîn Qessam ên şaxa çekdarî ya Hemasê daxuyand ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî di operasyonê da 2 eskerên artêşa Îsraîlê hatin kuştin.
Di vîdeoya Telegramê ya Hemasê weşand da dîmenên operasyona Tûxayên Qessamê ya li herêma Beyt Lîdê ya Tul Kerîmê dijî eskerên Îsraîlê hat kirin hat weşandin.
Daxuyaniya Berdevkê Medyaya Eskerî ya Qessamê di vîdeoyê da hat weşandin û hat gotin du eskerên Îsraîlê hatin kuştin û komeke eskeran jî ketin dafikê.
Berdevkê Qessamê got Îsraîlê der barê operasyonê da tu daxuyanî neda.