Abdullah Tel
09 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2021
Twittera platforma medyaya civakî ragihand ku wan awayek mayînde hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump tebitand.
Ekîba ewlehiyê ya Twitterê di daxuyaniya nivîskî da gotin ku wan li peyamên dawîn ên Trump ji ser hesabê xwe parve kir mêze kirin û berteka li hemberî wan kontrol kirin û ji ber rîska zêdekirina tundiyê jî hesabê wî awayek mayînde tebitandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Twitter dengê lîderên dinyayê û rayedarên hilbijartî yên gel dide bihîstin û wiha hat domandin: "Lê di demên dawîn da me awayek eşkere got ku ew nikarin Twitterê ji bo belavbuna tundiyê bikarbînin û hesabên lîderan jî di ser rê û rêgezên me da nînin. Em ê di mijara polîtîkaya xwe da û cureyên sepandina wê da jî awayekî eşkere tevbigerin."
Twitterê piştî bûyerên bi ser Kongreyê da girtinê roja çarşemiyê hesabê Trump qasî 12 saetan tebitand û ragihand ku heke ji ser hesab parvekirinên rê li tundiyê vedikin bidomin ewê heman hesabî bigirin.

Ji Trump bo Twittera hesabê wî girt peyama "Hûn nikarin me berbend bikin"
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Twittera ku hesabê wî tebitand ra peyama "Hûn nikarin me berbend bikin" da.
Trump piştî ku hesabê wî yê Twitterê awayek mayînde hat tebitandin ji ser "POTUS" a hesabê femî yê meqamê serokatiyê ye daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Ev demeke dirêj bû ku min digot Twitter di mijara azadiya derbirînê da gelek pêşva diçe û îro jî xebatkarên Twitterê ji bo dengê min bibirin û ji vê platformê rakin bi Demokratan û çepkirên radîkal ra hevkariyê dikin."
Trump di banga xwe ya ji bo 75 milyon kesên ray danê da got: "Twitter dibe ku saziyeke taybet be lê heke parastina qanûnî ya ku hikûmet ji bo wan pêk tîne nebe emrê wê dirêj nîne."
Trump destnîşan kir ku wî texmîn dikir ku wê Twitter hesabê wî bitebitîne û wiha domand: "Me bi gelek malperên din ra ji pêwendî danî û di demeke nêz da wê bangewaziyeke me hebe. Di heman demê da di nêz da jî ji bo damezirandina platforma xwe em li ser îhtimalan bi hev dişêwirin. Hûn nikarin me berbend bikin."