Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê der barê hesabê Twîtterê ya Fuat Avnî de jêpirsîn da destpêkirin.
Li gor agahiyê Dozger Harun Ceylanê ku li Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê wezîfedar e, der barê hesabê kes an jî kesên ku li ser hesabê Fuat Avnî ya Twîtterê de jêpirsîn da destpêkirin.
Sedema jêpirsînê jî wiha hat eşkerekirin: "Ji ber ku telefonên normal û bikrîpto yên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Serokê Sererkaniyê Orgeneral Necdet Ozel, Alîkarên Serokwezîr Bulent Arinç û Alî Babacan, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî û Vejenê Taner Yildiz, Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan bi awayekî dereqanûnî hatine guhdarkirin jêpirsîn hat vekirin. Lê ji ber ku kes an jî kesên ku li ser hesabê Fuat Avnî ya Twîtterê der barê vê jêpirsînê de hûrgiliyan û agahiyan parve dikin û veşariyên jêpirsînê binpê dikin, der barê wan de jêpirsîn hat vekirin."
Li ser jêpirsînê Dadgeha Cezaya Sûlhê ya Golbaşiyê li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Golbaşiyê biryar da ku gihiştina hesabên Twitter û Facebookê ya bi navê "Fuat Avnî" bê astengkirin. Biryar ji TÎBê re şandin.