Haydar Şahin
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 05 Mijdar 2020
Twittera platforma medyaya civakî ji bo agahiya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser hilbijartina seroktiyê da "hişyarî" da ku agahî "binîqaş" e.
Trump duh der barê encama hê teqez nebibû ya hilbijartina li hin eyaletan da peyam weşand û Twitterê ji bo peyamê hişyarî da.
Twiiterê der barê peyama Trump da got, "Hinek an jî tevahiyê naveroka peyamê binîqaş e û dibe ku di mijara tevlîbûnê rêya şaş rayê raya giştî bide."
Trump di wê peyama xwe da gotibû, "Duh bi şev hema bêje li hemû eyaletên di kontrola Demokratan da ez li pêşiyê bûm. Paşê bi jimartina rayên li eyaletan ez li paşiyê mam. Ev zehf balkêş e."
Twitterê duh jî hişyarî dabû ser peyama Trump a digot, "Avantaja me mezin e lêbelê ew (Demokrat) hewl didin hilbijartinê ji me bidizin. Em ê destûrê nedin vê. Dibê piştî ku sandiq hatin girtin deng neyê dayîn."