Tirkiye ji bo ku şervanên terorîst ên biyanî derbasî Sûriyeyê nebin, bi DAEŞê ra têkoşînê dide. Ji bo vê li 34 bajaran li dijî rêxistinên terorê operasyon hat kirin û di van operasyonan da 879 kes hatin binçavkirin. Di nav van kesan da mensûbên DAEŞê yên biyanî jî hene.
- Pêşiya şervanên terorîst ên biyanî hat girtin
Di nav operasyonên ku li dijî DAEŞê hatin kirin da li Stenbolê 104 kes hatin binçavkirin û 37 kes jê biyanî ne. Di operasyonên Stenbolê da kesekî bi navê Abdulla Abdullayev jî hat binçavkirin. Li gor îdiayê ev kes rêvebirê payebilind e ku li Tirkiyeyê berpirsiyarê biyaniyan ê DAEŞê ye. Piştî ku ev kes jî hat girtin derbeyek mezin li DAEŞê dan û êdî şervanên biyanî wê beşdarî DAEŞê nebin. Li Ankarayê jî di operasyonên li dijî DAEŞê da 26 kes hatin binçavkirin û ji van jî 10 kes biyanî ne. Di operasyona Kocaeliyê da jî yek jê biyanî 7 kes hatin binçavkirin. Li Gazîantepê jî ji 28 kesan 13 kes biyanî ne.
- Ji 108 welatan hatina 16 hezar kesan qedexe ye
Şerê Sûriyeyê yê navxweyî di 2011an da dest pê kir. Tirkiye ji destpêka şer vir va mijara şervanên terorîst ên biyanî tîne rojevê. Tirkiye ji bo vê mijarê hişyariyê dide welatên Ewropayê jî ku di vê mijarê da agahiyan bidin. Piraniya şervanên terorîst ên biyanî ji Ewropayê tên Tirkiyeyê û derbasî Sûriyeyê dibin. Tirkiye jî ji bo vê bi awayekî xurt DAEŞê ra têkoşînê dide û li navendên rîsk analîzan ji 4 hezar û 500 gumanbara pirsyarî hat kirin. Nêzî hezar kesan ra ketina welêt hat qedexekirin. Lîsteyeke tahdîtê hat çêkirin û li gor vê lîsteyê ji 108 welatan hatina 16 hezar kesan hat qedexekirin.
- 24 hezar şervanên biyanî di sefên DAEŞê da nin
Di sefên DAEŞê da hejmara şervanên biyanî pir zêde ye, ev jî der heqê şervanên terorîst ên biyanî da girîngiya îstixbaratê dide nîşan. Li Iraq û Sûriyeyê 24 hezar şervanên terorîst ên biyanî di safên DAEŞê de şer dikin. Li gor texmînan bi milîtanên iraqî û sûriyeyî va hejmara milîtanan di navbera 40 û 70 hezarî da ne. Piraniya şervanan ji Ewropayê tên û beşdarî DAEŞê dibin. Ji ber ku Ewropa tevdîran hilnade ku radîkalîzm bê astengkirin û derketina derveyî welêt ya kesên şikbar nayê astengkirin ku dernekevin derveyî welêt.
- Beşdarbûna DAEŞê
Li gor texmînan ji vê mehê pê va hejmara welatiyên tirk ên ku beşdarî DAEŞa rêxistina terorê bûn û vegeriyan, di navbera hezar an hezar 300î de ne. Her çiqas sînorê Tirkiyeyê yê Sûriye û Iraqê hezar û 300 kîlomêtro be û 80 milyon misilman li Tirkiyeyê bijîn jî, ji Tirkiyeyê beşdarbûna DAEŞê kêm e. Di nav 10 welatên ewil ên ku herî zêde beşdarî DAEŞê dibin de Tirkiye cih nagre.
- Tevdîrên TSKyê
TSK ji bo nehêle ku şervanên terorîst ên biyanî ji Tirkiyeyê derbas bibin, tevdîr zêdetir kirin. Ji bo vê 365 kîlomêtre hendek hat kolan, 70 kîlomêtre set hat çêkirin, 7 kîlomêtre dîwarê bêton û 22 kîlomêtre akordeon hat înşakirin. Li ser sînor 145 kîlomêtre têl hat nûkirin û 90 kîlomêtre têleke nû hat çêkirin. Li ser sînor ji bo dewriyeyê 270 kîlomêtre hat ronîkirin, rêyên dewriyeyê hatin çêkirin. TSKyê hejmara personelên ser sînor zêde kir, nîvê leşkerên ser hidûd şand sînorê Sûriyeyê.