Hüseyin Demirci
24 Tebax 2026•Rojanekirin: 24 Tebax 2026
Li Sariqamîşa navçeya Qersê şewat derket û di encamê da derdora 900 balyeyî giha şewitî.
Li gundê Başkoyê yê girêdayî navçeyê, balyeyên giha yên li hewşa mala Îlîmdar Kaya lodkirî, ji ber sedemeke hê nehatiye tesbîtkirin, agir pê girt.
Şewat ji ber ku bi midaxeleya gundiyan netemirî, îtfaiye û her wiha Aras EDAŞ û cendirme hatin agahdarkirin.
Li ser agahiyê, ekîbên Îtfaiyeya Sariqamîşê xwe pê ra gihandin, midaxeleyî şewatê kirin ku agir nepeke malên din jî.
Ji ber şewatê derdora 900 balyeyî giha şewitî, bû xwelî.