Di daxuyaniya nivîskî de hat îdiakirin dema ku F16a balafira şer a Îsraîlê ya ku li Deyr el- Belaha herêma Xazeyê teşebûsa ku êrîşê hedefekê bike dikir, lê xistin.
Di heman demê de di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ji 7ê tîrmeha ku Îsraîlê êrîşên li ser Xazeyê da destpêkirin vir ve 3 balafirên bêmirov ên aîdê welêt hatin daxistin.
Ji aliyê din ve Îsraîlê hê jî der barê balafira ku tê îdiakirin Tûgayên Îzzeddîn el-Qessamê ew daxist, tu daxuyanî neda.
Îsraîl di 7ê tîrmehê de bi navê "Xeta Parêzker" ji hewayê êrîşê Xazeyê kiribû, di 17ê tîrmehê jî şeva pênçşemê jî ji bejahiyê dest bi êrîşan kiribû.
Di êrîşan de heta niha 635 filistînî mirin û 4 kes jî birîndar bûn.