Di êrîşên ku Îsraîlê ji hewayê û bejayê kir de filistîniyek mir, bi dehan kes jî birîndar bûn. Her wiha gelek avahî û erdên çandiniyê zirar dîtin.
Welatiyên heremê bi fikar in ku hêjmara mirî û birîndaran zêde bibe. Her wiha hat diyarkirin ku Îsraîl destûrê nade ku ambûlans û tîmên parastinê yên sivîl têkevin heremê û mirî û birîndaran derxin.
Hêjmara kesên mirî derket 636an
Ji aliyê din ve hat diyarkirin, li herêmên ku dikevin aliyê rojhilata Xan Yûnûsê, pevçûnên Îsraîl û komên berxwedanê yên Filistînê didomin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Filistînê Eşref el-Qudrayê ku bi awayekî fiîlî li Xezeyê karê xwe didomîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7ê tîrmehê heta niha tên kirin de 636 kes mirin, 4 hezar û 40 kes birîndar bûn.