DIYARBAKIR
Rêxistina terorê PKK ji bo ku li bakurê Sûriyeyê herêmeke xweser ava bike û li herêmê xwe veşêre, bi navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) çalakiyan dike.
Li ser hewldanên dîplomatîk navê PKKê di lîsteya rêxistinên terorê yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê de hat nivîsandin, derfet nema ku PKK gaveke siyasî biavêje. Li ser vê Serokê rêxistinê Abdullah Ocalan xebatek da destpêkirin ku li bakurê Sûriyeyê bi navekî din rêxistinekê ava bike.
Di sala 2011an de li Sûriyeyê bi hevserokatiya Salih Muslim û Asya Abdullah bi navê PYDê ya şaxa PKKê hat avakirin û ev li cihanê û ji raya giştî re wek rêxistinek din hat pêşkeşkirin.
Piştî ku YPGya şaxa leşkerî ya PYDê hat avakirin, nasnameya rastîn a PYDê diyar bû.
Dema şerê Sûriyeyê ya navxweyî dest pê kir, PYDê bi rejima Esed re hevkarî kir û kanton ava kir. Li hember rêxistina terorê DAEŞê û PYDê de dema ku pevçûn çêbûn, PYDê bi DYA û welatên Ewropayê re têkiliyên xwe xurt kir.
Tirkiyeyê her çiqas anî ziman ku PYD şaxeke PKKê ya li Sûriyeyê ye jî, Amerîka û welatên Ewropayê guh neda Tirkiyeyê. Ji bo ku li hember DAEŞê têkoşînê bide piştgirî dan vê rêxistina terorê û YPGê, ew li Sûriyeyê bi kar anîn.
- Têkiliya herdu rêxistinan di îdianameyan de cih girt
Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê îdianame amade kir û nîşan da ku di navbera PKK û PYDê de têkiliyek heye.
Di îdianameyan de der barê avakirin û armanca rêxistinê de agahî hat dayîn.
Di van agahiyan de hat gotin ku rêxistina terorê KCK dixwaze ku li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê "Xweserîbûna Demokratîk" ava bike û ji ber vê xebatan didomîne.
Li gor îdianameyê di çarçoveya telîmatên Ocalan da di 2003yan da li Sûriyê bi navê KCKê fealiyetên rêxistinê dewam kirin. Li gor biryara ku di kongreya KADEKê da hat dayîn, rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dest pê kir.
Di îdianameyê da wiha hat gotin:
"Di 2011an da ji ber ku şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir, li bakurê welêt valahiya otorîteyê çêbû. Rêxistina KCKê ji bo ku li vê derê rêvebiriyeke xweser çêbike, fealiyetên xwe zêde kir. Ji bo şerê navxweyî di nav rêxistina çekdar a PKKê da bi navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rêxistinek hatiye avakirin. Mebest, hedef, rêxistinîbûn û fealiyet raste rast bi destê rêvebiriya biryardanê ya PKK/KCKya rêxistina terorê û bi telîmatên Abdullah Ocalan hatiye çêkirin."
- Terorîstên PKKyî unîformaya YPGê li xwe dikin
Gelek terorîstên PKKyî yên ku ji Tirkiye û Iraqê derbasî Sûriyê dibin, kincên xwe diguherînin û tevî refên YPGê şer dikin.
Hin terorîstên ku li Sûriyê li ser navê YPGê tevî şer dibin û di pevçûnan da birîndar dibin, ji bo tedawiyê tînin Şanliûrfa û Diyarbekirê. Ev terorîst li van deran di operasyonan da hatin girtin.
Midûriya Emniyeta Bajarê Diyarbekirê li ser agahiya ku di sala 2014an da "2 endamên PKKê yên ku li Kobanê di şerê dijî DAEŞa rêxistina terorê da di refên PYD-YPGê da şer kirine, birîndar bûne û anîne Tirkiyê" xebat da destpêkirin. Ekîban operasyon kir di operasyonê da berpirsê herêma Hekkariyê yê rêxistina terorê Selman Ateşê ku navê wî yê qodkirî "Rizgar" e li Diyarbekirê, berpirsê herêma Diyarbekirê terorîstê ku navê wî yê qodkirî "Sofî" ye jî li Şanliûrfayê girt.
Cîhan Dumanê endamê PKKya rêxistina terorê li herêma Kobanê di pevçûna navbera DAEŞ û YPGê da miribû.
Li gor gotinê Duman di 2010an da ji Îzmirê tevî refên çiyê yên rêxistina terorê bûye, di 7ê îlona 2011an da tevî êrîşa biçek a ku birin ser Midûriya Emniyeta Navçeya Hinisê ya Erziromê û di 23yê gulana 2012an da tevî bûyera ku li Vartoya navçeya Mûşê cendirmeyek hat şehîtkirin bûye.
- Wek welatiyê Sûriyê qeyda wî li nexweşxaneyê hatibû çêkirin
Esra Yakara xwendekara fekulteya tibê li Kobanê birîndar bibû. Yakar li Diyarbekirê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" 6 sal 3 meh cezayê hebsê xwaribû.
Di biryara bihincet ya ku dadgehê amade kir da, Serdozgeriya Komarê ya Şanliûrfayê di îdianameya Yakarê da behsa têkiliya wê û YPGya şaxa PKKya rêxistina terorê kir.
Li gor îdianameyê Esra Yakar dema ku birîndar bûbû û ew anîbûn Tirkiyê, ew weke ku li Kobanê bûbe li nexweşxaneyê qeyda wê hat çêkirin, lê ji şopa tiliya wê derket holê ku ew Esra Yakar e.
- "Hem di refên PKKyê û hem jî di refên YPGyê da şer kiriye"
Di 11ê sibatê da li Sirûca navçeya Şanliurfayê ji hidûdê Tirkiye-Sûriyeyê, qaşo "Berpirsê Tirkiyê" yê YDG-Hya baskê PKKyê yê bajaran Enver Gungor ku nasnavê wî "Ferman" e xwestibû ku bi awayekî qaçax ji Sûriyê têkeve Tirkiyê û hatibû girtin.
Gungor di îfadeya xwe da got ku ew beriya hilbijartina herêmî ya di 30ê Adara 2014an da seba perwerdeya şer çû Qendîlê û ji wir jî seba şerê dijî DAEŞê derbasî Kobanê nava refê YPGyê bû.
Gungor got ku ew di hezîrana 2015an da derbasî Tirkiyê bû û der barê çalakiyan da wan hin civîn pêk anîn û di hin çalakiyên çekdar ên li Diyarbekirê da wî cih girt.
Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ya der heqê berşikê girtî Gungor da ji layê Dadgeha Cezayê Giran a 4emîn hat qebûlkirin. Ji bo berşik ji ber sûcê "rêveberina rêxistina terorê ya çekdar" va ji 10 salan heya 15 salan cezayê hebsê tê xwestin.
- Piştî perwedeya çekdarî ya li Kobanê, li Tirkiyê êrîş
Di 9ê Hezîrana 2015an da di kuştina Serokê Yenî Îhya Derê û endamê HUDA PARê Aytaç Baran da derket holê ku terorîstên PKKyî yên ku di kuştinê da cih girtin, li Kobanê perwerdeya çekdarî standin.
Dîsa derketibû holê, hin mensûbên PKKyê yên ku li Kobanê ji PYD û YPGyê perwerdeya çek, bombe û îdeolojîk standin, li Sûr û Sîlvana navçeyên Diyarbekirê, li Nisêbîna Mêrdînê û li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Sîlopiya û Îdilê êrîşî hêzên ewlekariyê û sivîlan kirin.
Li navçeya Sirûcê endamên PYD/PKKyê Kadîr Çeçan û Mehmet Sadik Akdogan yên ku xwestin derbasî nava Tirkiyê bin, di operasyona ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr da hatibûn girtin.
- Der heqê Yuksekdagê da doz hat vekirin
Der heqê Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê da ji ber gotinên wê, "Em pala xwe didin YPJ, YPG û PYDyê" fezleke hatibû amadekirin.
Herwisa fezlekeya der heqê Yuksekdagê da di 20ê Tebaxa 2016an da ji layê Dadgeha Cezayê Giran a Şanliurfayê hatibû qebûlkirin.
news_share_descriptionsubscription_contact
