KERKÛK
Kerkûka ku ji hêla neftê ve dewlemend e lê qeyrana aboriyê lê heye êdî dixwaze ji hikûmeta Iraqê ya navend biqete û xweser tevbigere.
Waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm dixwaze ku bi taybetî di firotina neftê de mafên di destê wezaretan de ne bidin rêvebiriya herêmî. Kurdên li Kerkûkê piştgiriyê didin vê daxwazê lê ereb û tirkmen der barê vê biryarê de bifikar in.
- Tirkmen bifikar in
Perlementerê Kerkukê û Serokê Giştî yê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşed Salihî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew ji vê biryara walî bifikar in û wiha axivî: "Bajar bibin wîlayet ev pêşketine ke, lê heke hemû desthilatî di destê aliyekî de bin ev me dike şikê. Bi taybetî mafên di destê 8 wezaretên Bexdayê heke bidin wîlayetan û ew bi tena serê xwe tevbigerin ev ji bo Kerkûkê taluke ye. Lewra li hemû bajarên Iraqê hilbijartinên herêmê di dema ku tên êşkerekirin çêdibe, lê li Kerkûkê ji sala 2005an vir ve hilbijartin çênebû."
Salihî got ku walî bi tenê nunertiya kurdan dike û wiha dewam kir: "Li hember walî mecliseke bajêr a qels heye û heke wisa be wê rejimeke nû peyda bibe. Bi vî awayî hemû wezîfedarkirin, projeyên pêşketinê û qanûn wê di destê walî de be û ev ê jî ji bo me bibe taluke. Ev ê ji bo tirkmenan bibe pirsgirêkeke mezin."
- Kurd ji vê rewşê kêfxweş in
Parlementerê Kerkûkê û yê Partiya Yekîtiya Niştimanên Kurdistan (YNK) Rebwar Taha jî got ku divê kes ji vê biryarê endîşe neke, lewra xêra wê ji kurdan, ereban, xrîstyanan, tirkmenan û keldaniyan re hebe.
Taha wiha axivî: "Divê rêvebiriya herêmî ya Kerkûkê xurt bibe, edalet û îmar pêş ve biçe. Li gor min qanûnî ye û li ber vê biryarê tu astengî tune. Bila herkes jê emîn bibe ku ev ê bi alîyekî tenê re xizmetê neke. Lewra Walîtiya Kerkûkê bi xizmetên xwe ve vê rastiyê nîşan dide."
- "Ereb difikirin ku ew ji rêvebiriyê tên jidûrxistin"
Alîkarê Waliyê Kerkûkê yê Berê Îsmaîl el-Hadîdî jî daxuyand ku ereb baweriya xwe bi yên din naynin û wiha axivî: "Ereb difikirin ku ew ji rêvebiriyê tên jidûrxistin. Ji ber vê em bifikar in. Li gor me proje gelek girîng e. Heke mafên di destê 8 wezaretên Bexdayê bidin Walîtiya Kerkûkê hêza Kerkûkê wê li welêt xurt bibe. Lê ereb dixwazin ku li Kerkûkê edalet, wekhevî û mîzan hebe, bila her kes bikaribe biaxive."