Önder Beyter
05 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
ANKARA
Warêla nefta Brentê di roja yekemîn a hefteyê da di piyaseyên navneteweyî da bi 64,55 dolarî tê firotin.
Bihayê warêlê nefta Brentê ku roja înê di ser 64,01 dolarî ra dest bi rojê kir û di nava rojê da jî derket ser asta 64,56 dolarî, îro serê sibê bi 64,84 dolarî va dest pê kir. Warêla neftê ji saet 09.23yan pê va ji sedî 0,2 şikest û di ser 64,55 dolarî ra miemeleyê dibîne. Di heman kêliyê da warêla nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî di ser 61,44 dolarî ra hat firotin.
Li gorî daneyên heftane yên Baker Hughes a ku li Amerîkayê wekî nîşangeha dîmenê endustriya neftê û yê hilberîna nefta xam tê qebûlkirin, li Amerîkayê di 24ê sibatê-4ê adarê da qûleyeke sondajê ya neftê ket fealiyetê. Bi vî awayî hejmara qûleyên sondajê yên neftê yên Amerîkayê derket 800î. Ev jî tê wê wateyê ku li Amerîkayê hejmara qûleyên sondajê li ser hev 6 hefteyan zêde bû.