Ahmet Aydın
19 Mijdar 2020•Rojanekirin: 19 Mijdar 2020
Wezareta Berevaniya Neteweyî (WBN) ragihand ku li herêma Operasyona Pençeyê di encama qezayeke wesayitan de 2 esker şehîd ketin eskerek birîndar bû.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku li herêma Pençe-Kaplanê ya bakurê Iraqê di encama qezayeke wesayitan de, eskerek li cihê bûyerê şehîd ket û 2 esker rakirin nexweşxaneyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku yek ji wan eskerên birîndar jî li nexweşxaneyê tevî hemî midaxeleyan nehatiye rizgarkirin.