22 Adar 2017•Rojanekirin: 23 Adar 2017
ANKARA
Leşkerekî ku li Bukulmeza Fermandariya Qereqola Hidûd a li Reyhanliya navçeya Hatayê wezîfe dikir, di dema nobetê da bi guleya nîşangirekî PYD/PKKya rêxistina terorî ya ku ji aliyê Sûriyeyê hat avêtin şehît ket.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku îro destê sibê di saet 08.45an da leşkerekî ku li Bukulmeza Fermandariya Qereqola Hidûd a Fermandariya Lîwaya Hidûd a 2yan wezîfe dikir di dema nobedê da bi guleya nîşangirekî PYD/PKKya rêxistina terorî ya ku ji aliyê Sûriyeyê hat avêtin şehît ket.
Hat ragihandin ku di çarçoveya mafê midefeya meşrû ya li gor hiqûqa nevneteweyî da bersiv dane terorîstan.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rehma Xwedê li leşkerê şehîd be, serê miletê tirk û Hêzên Çekdar ên Tirkan sax be.