Türkan Tosun
17 Adar 2021•Rojanekirin: 18 Adar 2021
Werzişvanê golfê Tîger Woodsê Amerîkî yê ku sê hefte berê di qezaya trafîkê da birîndar bûbû, ji nexweşxaneyê derket.
Werzişvanê 45 salî li ser hesabê xwe yê Twîtterê spasiya doxtor, hemşîre û xebatkarên tenduristiyê kir û wiha got: "Tedawiya min wê li mala min (Florîda) dewam bike, ez ji ber vê kêfxweş im. Ji bo piştgirî û cesaretdayîna we spasdarim."
Wesayîta Woods di 23ê Sibatê da li Los Angelesa bajarê Kalîforniyayê li refufê xistibû, welgeriyabû û paşê jî ji rê derketibû. Di qezayê da hestiyên ling û çoka wî yên rastî şikestibûn.