28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2017
ANKARA
Di çarçoveya operasyona Mertalê Feratê da li Cerablusê wesaîteke bomebarkirî ya wê li dijî konvoya leşkerên tirk bihata emilandin, tevî terorîstên tê da hat qefaltin.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat destnîşankirin 21ê rêbendanê li Cerablusê wesaîteke bomebarkirî ya wê li dijî konvoya leşkerên tirk bihata emilandin hat qefaltin.
Hat destnîşankirin ku wesaît tevî terorîstên tê da hat qefaltin.
Li gor agahiyan wesaît ji Minbicê bi rê ketiye û wê li Cerablusê li dijî konvoya leşkerên tirk bihata emilandin.
Terorîstan di îfadeyên xwe da îtiraf kirin ku telîmatên çalakiyan ji serkêşên PKK/PYDê yên li Minbicê sitandine.
Ji terorsîtan Huseyn el-Hemad got ji bo ku wesayîta bombebarkirî ji Minbicê bîne Cerablusê û di dema derbasbûna konvoya leşkerên tirkan da biteqîne emir ji YPG û PKKê sitandiye.
Mihemed Rahîmê ajokarê wesayîtê yê ku ji Cerablusê ye jî diyar kir ku wezîfeya ew bû ku qumandaya bombeyê ji Minbicê bîne û got, "Me dixwest ku li dorberê Cerablusê bombeyê di dema derbasbûna konvoya leşkerên tirkan da biteqînin.