Muhammet Kurşun
02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 03 Mijdar 2017
HEWLÊR
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê, îddiayên Fermendeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê wek "derew" bi nav kir û ragihand ku wan tu peyman girênedaye.
Wezareta Pêşmerge, li ser daxuyaniya Fermendeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ku digot, "Pêşmerge yekalî ji peymana ku îmze kiriye vekişiyaye û haziriya şer dike" ragihandinek belav kir û ev îddia derew derxistin.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de wiha agahî hat dayîn:
"Tu rêkeftin di navbera Pêşmerge û Fermendeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de çênebûye, tenê nameyek ji aliyê hêza navborî hatiye û cewaba destpêşxeriya Pêşmerge dane ku agirbest çêbibe da ku guftûgo dest pê bikin."
Wezareta Pêşmerge wiha dirêjî bi daxuyaniya xwe da:
"Yek ji wan mijarên ku di nameya Fermendeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de cih girtiye sengerên nedestûrî yên li ser Pêşmerge û Xelkê Kurdistanê hatine sepandin. Di daxuyaniya Fermendeyiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê de pozbilindî û xwemezindîtin heye. Daxwazên nedestûrî û newaqiî dike. Ev yek metirsiyê dixe ser Herêma Kurdistanê û welatiyan. Herwiha tometên nerewa û bêbinema jî li dijî Pêşmerge tên kirin."
Di dawiyê de wiha hatiye ronîkirin:
"Hêza destdirêjkar a Heşda Şebî û Artêşa Iraqê li dijî destûrê ye. Nabe hêzên eskerî ji bo çareseriya cihên binîqaş werin bikaranîn. Pêşmerge li sengerên bergiriyê parastina îrade, keramet, mal, milk, şeref û canê bi milyonan xelkê Kurdistanê dike. Da ku careke din duçarî wê karesata li Kerkûk, Tûzxurmatû û Daqûqê nebin.
Wek din Wezareta Pêşmerge daxwaz kir ku problem bi guftûgoyê çareser bibin û Hikûmeta Herêma Kurdistan û Bexda bikevin diyalogê.