02 Mijdar 2017•Rojanekirin: 02 Mijdar 2017
BEXDA
Hat ragihandin ku li Iraqê meha cotmehê di bûyerên şidetê de 144 sivîl hatin kuştin, 244 sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî rapora Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI), di meha cotmehê de li hin bajarên Iraqê di bûyerên teqîn, şer û şidetê da 114 sivîl hatin kuştin, 244 sivîl jî birîndar bûn
Hat ragihandin ku herî zêde li paytext Bexdayê bûyer qewimîn û di bûyeran de 38 kes hatin kuştin, 139 kes jî birîndar bûn. Herwiha di rêza duyemîn de bajarê Enbar cih digire û di bûyerên li Enbarê de 36 kes hatin kuştin, 55 kes jî birîndar bûn.
Wek din di raporê de hat ragihandin ku di bûyerên meha îlonê de jî 203 kes hatin kuştin, 389 kes jî birîndar bûn.