Muhammet Kurşun
08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
SARAYBOSNA
Wezîrê Derveyî yê Bosna Hersekê Îgor Crnadak, seredana AAyê kir û anî ziman ku dixwazin bi Tirkiyê re bi taybetî têkiliyên di warê aboriyê de pêşde bibin
Crnadak, nivîsîngeha Ajansa Anadoluyê ya li paytext Saraybosnayê ziyaret kir.
Edîtorê beşa Boşnaqî, Sirbî û Hirwatî Hakan Çelîk der barê xebatên AAyê li Bosna Hersekê agahî da Crandak û ji bo seredanê sipasiya wî kir.
Crandak di axaftina xwe ya di esnayê ziyaretê de diyar kir ku Bosna Hersek yek ji welatan e ku ji kêliya pêşiyê ve helwesta xwe li dijî rêxistina terorî FETOyê nîşan daye û dixwazin ku têkiliyên wan bi Tirkiyê re her demê baş bin.
Crandak li ser Projeya Rêya Saraybosna-Belgradê ku dê bi piştgiriya Tirkiyê were kirin jî sekinî û destnîşan kir ku ev projeya pêşerojê ye û ji bo binesaziya Bosna Hersekê, îstiqrar û aştiya wê gelekî muhîm e.
Piştî ziyaretê Salaneya 2016an a AAyê ji Crandak re hat diyarîkinin.