Abdullah Tel
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
ANKARA
"Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 13mîn" a ku bi hevkariya Akademiya Nûçeyan ya Ajansa Anadoluyê (AA), Serokatiya Ajansa Kordînasyon û Hevkariyê ya Tirk (TÎKA) û Akademiya Polêsan va tê dayîn, didome.
Di çarçoveya bernameyê da ji bo heyamên şer, afat û rewşên derasayî nûçegihan bikaribin karê xwe birêva bibin ji hêla kesên pispor va perwerdehî tê dayîn.
Di perwerdehiyê da ji bo nûçegihanên beşdar, wextê li ser karê xwe bin û rastî talûkeyekê bên wê çawa ji heq bên der û bikaribin li heyatê bimînin, agahî tên dayîn.
Di "Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 13mîn" da ji Efxanistan, Bangladeş, Bosna Hersek, Filipînan, Kamerun, Karadag, Kenya, Nîjer, Pakistan, Sirbistan, Somalî, Srî Lanka û Yêmenê nûçegihan, kameravan, spîker û çêker jî di nav da 24 rojnamegeran cih girt.
Di beşa ewil a perwerdehiyê da ji bo beşdarbûyiyan dersên "rota kifşkirin û nexşe xwendin", "operasyonên hewa û behrê", êrîşên nukleerî, radyolojîk, biyolojîk û kîmyayî", "Teorî û termînolojiya şer", "Kampên multecî û penaberan", "Di rewşên derasayî da ewlehiya gihandina agahî û teknolojiyê", "Hiqûqa şer", "Jeopolîtiya Rojhilata Navîn" û "Îdrak û metodên qanîkirinê" hatin dayîn û agahiyên teorîk bi wan ra hatin parvekirin.
Perwerdekarên pispor dersa "alîkariya ewil" jî bi tetbîqî nîşanî rojnamegeran dan û di dema bûyerekê da tiştek bi wan û yan jî kesekî li derdora wan bê divê çi bikin û çawa tevbigerin, hînî wan kirin.
Endamên nûçegihaniya şer di dersa "parastina nêz" da jî wextê li ser karê xwe bin û rastî êrîşê bên divê çawa xwe biparêzin hîn bûn.
Rojnamegerên mêvan ên ku ji 13 welatên cuda hatin û beşdarî "Perwerdehiya Nûçegihaniya Şer a Heyama 13mîn" bûn ji perwerdehiya dibînin razî ne.
Bername di 14ê îlonê da wê bi dawî bibe.