Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bîldt piştî hevdîtinên li paytext Bexdayê, ji bo ziyaretên fermî bike derbasî Hewlêrê bû.
Bîldt û lijneya Yekîtiya Ewropayê (YE) li Hewlêrê, bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya hikûmeta HKIyê ya li ser malpera fermî hat weşandin, Bîlt got ku ew ji bo ku rewşa însanî di cih de bibînin hatin Iraqê. Bîlt destnîşan kir ku di berxwedana bi terorê re ew piştgiriyê didin Iraqê, her wiha ji bo alîkariya însanî jî dê bi tevkariya welatên Ewropayê zêdetir bixebitin.
Bîlt ji bo çareserkirina qeyrana siyasî ya li Iraqê bal kişand li ser giringiya damezrandina hikûmeta nû û got ku hikûmeta dê namzedê serokwezîriyê Heyder el-Îbadî damezrîne divê bikaribe hemû komên etnîk û dînî ên li herêmê di bin banê xwe de bîne bal hev.
Komîsera Alîkariya Însanî û Berpirsiyara Mudaxeleyê Qeyranan a NY Krîstalîna Georgîevayê jî got: "Piştî ku hikûmeta Iraqê ji butçeyê para herêma kurdistanê neda, barê hikûmeta kurd girantir bû. Hikûmeta Kurd dîsa jî di nav van şert û mercan de alîkarî da hemû malbatên mexdûr û bi vê alîkariyê îspat kir ku ew alîkariya navneteweyî heq dike."
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî jî ziyareta Bîldt û lijneya YEyê nirxand got ku ew vê ziyarê wekî piştgirîdayîna gelê kurd dinirxînin.
Barzanî got ku ew biryardar in ku terorê têk bibin û got ku ji bo vê jî pêdiviya wan bi çekên giran heye.
Bîldt li Bexdaya paytexta Iraqê digel lijneya NY û Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Huseyîn eş-Şehristanî civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistibû. Bîldt di civînê de wiha gotibû: "Em piştgiriyê didin berxwedana Iraqê ya li dijî DÎŞIyê."