Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarif got ku Îranê ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIyê de wê heta dawiyê piştgiriyê bide gelê Iraqê.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNAyê Zarif daxuyand ku Îran dixwaze bi welatên cîran re pêwendiyên dostane ava bike û wiha axivî: "Komên radîkal li herêmê hemû welatan tehdît dikin. Heta ku teror û tevgerên tund dawî bibin em ê li gel şiî, sunî, kurd, ereb hemû gelên Iraqê bin."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî bal kişande DÎŞIyê û got ku li hember rêxistina terorê DÎŞIyê hewcedariya wan hevkariya Tehranê heye.
Li paytextê Îranê Tehranê di 9 û 10ê çileya pêşîn konferanseke bi navê "Dinya, Tundrawî û Li Dijî Tundiyê" ya navneteweyî wê bê lidarxistin. Hat ragihandin ku ji 40 welatan beşdarvan wê beşdarî vê konferansê bibin. Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muallîm jî wê beşdarî konferansê bibe.