Önder Beyter
19 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2020
Wezîrê Karên Derva yê Iraqê Fuad Huseyîn digel hemtayê xwe yê Îranî Mihemed Cevad Zerîf li Bexdayê hat cem hev.
Huseyin û Zerîfê ku li Wezareta Karên Derva ya Iraqê hatin cem hev, piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist.
Huseyîn bal kişand ser girîngiya Iraqeke bihêz a ji bo herêmê û wiha got, "Em dixwazin bi hemû welatan ra li ser bingeha berjewendiya me ya neteweyî peywendiyên hevseng daynin û her wiha em dixwazin rêz li serweriya me were girtin."
Huseyîn diyar kir ku ew dixwazin Iraq ji rageşiyên li dinyayê û herêmê dûr bigirin. Huseyîn her wiha got ku Serokwezîr Mistefa el-Kazimî dê bi ziyareteke fermî biçe Îranê.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf jî diyar kir ku ew piştgiriya wê yekê dikin ku Iraq digel welatên herêmê, peywendiyên bihêz û erênî dayne û wiha got, "Iraqeke bihêz û biîstiqrar ji bo ewlekarî û aştiya herêmê girîng e."
Zerîf bal kişand ku herdu welat li dijî rêxistina terorê DEAŞê têkoşîneke hevbeş didin û her wiha divê ew amadebaşiya di vê mijarê da bidomînin.
Zerîf îdia kir ku bi destê Amerîkayê kuştina Generalê Îranê Qasim Silêmanî û Alîkarê Serokê Heşda Şabî Ebû Mehdî el-Mihendis, di têkoşîna dijî DEAŞê da ziyanek e û wiha got, "Iraq û Îranê ji vê yekê zirar dît. Em ê vê mijara ku ji bo me gelekî girîng e bi karbidestên Iraqî ra biaxivin."
Zerîf bal kişand ser peywendiyên Îran û Iraqê yên di warê vejen û bazirganiyê da û got ku zirar dê negihîje peywendiyên wan û her wisa ew ê peymanên nû îmze bikin.
- Ziyaretkirina abîdeya Silêmanî
Zerîfê ku serê sibê zû gihîşt Bexdayê, abîdeya li nêzîkî Balafirgeha Bexdayê ku li ciyê kuştina Silêmanî û Mihendis hatiye çêkirin jî ziyaret kir.
Zerîf li Bexdayê dê ligel Serokwezîr Kazimî, Serokomar Berhem Salih, ji serkirdeyên Şîe Hadî el-Amîrî û Emar el-Hekîm û her wiha karbidestên Kurd were cem hev.