12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
MOSKOVA
Hat ragihandin ku wezîrên karên derva yên Rûsya, Îran û Sûriyeyê wê li Moskovaya paytexta Rûsyayê civîneke sêalî bikin.
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Marîa Zaxarova di daxuyaniya xwe ya ku da ajansa Rîa-Novotsiyê da destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mûhemmed Cevad Zerîf û Wezîrê Karên Derva yê Sûriyeyê Welîd Muellîm wê dawiya hefteyê li Moskovayê hevdîtineke sêalî bikin.
Tê pêşbînîkirin ku wê di hevdîtinê da bi destê rejima Esed emilandina çeka kîmyewî ya dijî Xan Şêxûna Îdlibê û geşedanên piştî êrişa Emrîkayê ya dijî baregeha esmanî ya rejimê, bên gotûbêjkirin.
Civîna sêalî wê piştî civîna wezîrê karên derva yê Rûsya û Emrîkayê ya li Moskovayê şûnda were lidarxistin.