Haydar Şahin
19 Adar 2021•Rojanekirin: 20 Adar 2021
Senatoya Amerîkayê William Burnsê dîplomatê berê yê Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê ji bo Dîrektoriya Teşkîlata Îstixbarata Navendî (CIA) namzed nîşan dabû, tesdîq kir.
Di dengdayîna devkî ya li Lijneya Giştî ya Senatoyê da Burns qasî têrê dike deng sitand û bû dîrektorê dîplomat ê CIAyê yê ewil.
Burnsê berê wezîfeya Alîkariya Wezîrtiya Karên Derva dikir qasî ku ji Demokratan piştgirî hilda ji Komarparêzan jî piştgirî dîtibû.
Burns di rûniştina Senatoyê da gotibû reqîbê kurewî yê herî girîng Çîn e û ew ê di vê mijarê da gavên girîng biavêjin.
Burns di salên 1998-2000î da li Ammanê, di salên 2005-2008an da Moskovayê Balyoztiya Amerîkayê kiribû, di salên 2011-2014an da jî Alîkariya Wezîrê Karên Derva kiribû û paşê teqawid bibû.
Burns ji sala 2014an vir da jî seroktiya Weqfa Aştiya Navneteweyî ya Carnegieyê dikir.