Ji saziyên radekirina krediyê yên navneteweyî JCRyê di banga xwe de xwest ku pêvajoya çareseriyê bi lez û bez dewam bike û Fîtch Ratîngsê jî di çarçoveya gavên tên avêtin de bal kişand ser rîskên jeopolîtîk ên ku li herêmê zêde dibin.
Serokê Japan Credît Ratîng (JCR) Eûrasîayê Orhan Okmen pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û diyar kir ku piştî îlankirina îradeya hevbeş a pêvajoya çareseriyê, divê ji bo bicihbûna aştiya navxweyî demokratîkbûn û pêwendiyên bingeh ên mirovahiyê hewl bidomin û wiha dewam kir: "Em vê pêvajoyê dişopînin."
Okmen destnîşan kir ku heke pêvajoya çareseriyê biçe serî ew dahata navîn a ku Tirkiye lê asê bûye wê ji holê rabe û wiha dewam kir: "Bi tenê ne ji bo kesên ku li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û Rojhilatê Anadolûyê dijîn, ji bo seranserê civaka Tirkiyeyê wê bi kêr bê. Teşwîqên bêkêr ên ku li herêmê tên kirin, wê kêm bibin û barê qamûyê jî wê dakeve. Ev yek bi awayekî pozîtîf wê bi kêrî aboriya Tirkiyeyê bê."
Paûl Rawkînsê dîrektorê qidemdar ê Saziya radekirina krediyê ya navneteweyî Fîtch Ratîngsa ku Tirkiyeyê bi nota "lê veberhênan tê kirin" nirxand jî da zanîn ku ji bo pêvajoya çareseriyê niha nirxandinen spesîfîk tuneye û bal kişand ser rîskên jeopolîtîk ên ku li herêmê zêde dibin û wiha pê de çû: "Di vê mijarê de şîrove û nirxandineke me ya spesîfîk tuneye. Fikra me ya der heqê vê herêma dinyayê de diyar e û ji ber rewşa li vê herêmê Tirkiye her tim bi talûkeya tevlêbûna şer re rû bi rû ye."