Mûşavîrê Wezîrê Enfal û Şehîdan a Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê Fuat Osman, daxuyanî da peyamnerê Anadolu Agencyê û diyar kir ku Şaredariya Laheya Holandayê bîryara çêkirina abîdeyeke ku wê Komkujiya Helebçeyê sembolîze bike, stend.
Osman, diyar kir ji bo ku komkujiya Helebçeyê ji aliyê welatên Ewropayê ve wekî komkujî bê qebûlkirin Komîsyona Karên Derve ya Şaredariya Laheyê bernameyek amade kir. Li gor vê çarçoveyê li Laheyê ewil dê abîdeyeke ku komkujiya Helebçeyê sembolîze bike, were çêkirin.
Osman got ku ev bîrdarî dê bibe wêneya mirina bav û zarok a ku Ramazan Ozturk kişandibû û wiha dewam kir:
"Gelek wêne û dîmenên rojnamegerên ku piştî êrîşa kîmyewî ya rejîma baas a 16ê Adara 1988an cara ewil ketin bajêr û kişandin, hene. Hemû, wê wehşeta ku di wê rojê de qewimîn vedibêjin. Di nava wan de ya ku wekî sembola Komkujiya Helebçeyê bala hemû dinyayê kişand wêneya mirina digel zarokê xwe Omer Mihemmed Salih a ku ji aliyê rojnamegerê Tirk Ramanzan Ozturk ve hat kişandin e. Me jî ji bo ku li Laheyê Komkujiya Helebçeyê sembolîze bike, ev wêne pêşniyar kir."
Osman, diyar kir ku abîde dê di 29ê Nîsana 2014an de vebe û wiha got: "Em hêvî dikin ku êdî li tu derê dinyayê karesatên bi vî rengî neqewimin."
Osman bal kişand ku Brîtanya, Yewnanîstan, Swêd û Koreya Başûr jî Komkujiya Helebçeyê wekî komkujî qebûl kirin û parlementoya Iraq jî bi bîryareke ku berê ve girtibû komkujî qebûl kir û wedê tezmînatê da.