ANKARA
Midûrê Giştî yê AAyê Ozturk di merasima ku li Hêwana Konferansê ya AAyê hat lidarxistin de ji xebatkarên saziyê xatir xwest.
Ozturk di merasîmê de axivî û wiha got: "Min di çarçoveya rêgez û prensîbên xwe yên xebatê de xwest ku ji karê xwe veqetim û Lijneya me ya Birêvebiriyê jî li hember vê daxwazê rêz girt. Ya girîng ew e ku Anadolu Agency bigihêje armancên xwe. Ya girîng bêyî ku tu ferq û mehlî bê kirin dengê Xezayê, Qûdusê, Helebê, Şamê, Bexdayê, Qahîreyê, Myanmarê û li ku derê mesûmek hebe ragihandina dengê wê mesûmê ye. Ez ji dil bawer dikim ku dê ekîba sala 100emîn vê yekê bi cî bîne."
Ozturk bi bîr xist ku di 2yê tebaxa 2011an de li Anadolu Agencyê dest bî kar kir û got ku "Tu carî nehat bîra min ku em dê çîrokeke ev qas muhteşem binivîsîn."
Ozturk diyar kir ku navê Anadolu Agencyê nedihat zanîn lê di nav 3 salan de bû yek ji 10 ajansên herî çalak ên cîhanê û wiha axivî:
"Em ji Xwedê re çiqas şikir bikin kêm dimîne. Tişta ku min serbilindtir dike ev e; ew ekîba ku vê serkeftinê bi dest xist ji welatên rojavayî nehatin transferkirin, ekîb ji nav vê erdnîgariyê ji nav zarokên vê welatê hatin hilbijartin. Anadolu Agency çîrokeke muhteşem e ku tirk, kurd, ereb, boşnak, arnewid û gelek gelên din ên bira ên ku di dîrokê de bi hev re dijîn û dest dane destên hev û nivîsandine ye. Ev ajans ajansa van gelan e jî. Ev ajans êdî li cîhanê dengê mezlûm, mexdûr û kesên bêdeng e. Yek ji saziyên Tirkiyeya nû ya ku alayê pêş dibe ye."
Ozturk ragihand der barê sedemê veqetîna xwe de jî axivî û wiha pê de çû: "Bizanin ku tu xeletiyên me yên biçûk ên ku navê saziya me xirab derxîne û me rûreş derxîne çênebûye. Me di seranserê 3 sal û 4 mehan de bi awayekî serbilind sazî birêvebir."
Kemal Ozturk axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Heke di vê maweyê de ji nav saziyê û derveyê saziyê kesên ku min dilê wan şikandibe, xemgîn kiribe an jî neşad kiribe hebe bila heqê xwe helal bikin. Ez jî heqê xwe helal dikim. Anadolu Agency bû wek zaroka me hemûyan. Ji bîr nekin ku dê nîvê dilê min bi we re bimîne. Ez dê her dem serkeftinên we bişopînim û her dem bi we re serbilind bim."