26 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
CENEVRE
Pêşangeha wêneyan a Ajansa Anadoluyê (AA) ya der barê 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da dê sibê li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Cenevreyê li qada ku sandalyeya şikestî lê ye, were vekirin.
Di pêşangeha ku dê heya 29ê îlonê li ber Ofîsa NYyê ya Cenevreyê vekirî bimîne da 30 wêneyên bijarte yên AAyê yên der heqê hewldana derbeyê da dê bên numayîşkirin.
Li bendê ne ku di merasîma vekirinê da balyozên li welêt, xebatkarên NYyê, mensûbên çapemeniyê, parêzvanên mafên mirovan û xelk amade bin.
Rêxistina Hevkariya Navneteweyî Seba Mafên Mirovan û Pêşketina wê (International Alliance for Human Rights and Development) jî dê beriya pêşangehê konferansa "Demokrasiya tirkan ji derbeyê xurtir e" li dar bixe.