06 Îlon 2016•Rojanekirin: 07 Îlon 2016
ELBEYLÎ
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) di çarçoveya Tevgera Mertalê Feratê da bi saya piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) va li bakurê Sûriyeyê pêşva çû, xeta Ezez-Cerablusê gihand hev û sînorê DAEŞa rêxistina terorê yê bi Tirkiyeyê ra jî ji holê rakir.
Hemleya Mertalê Feratê ya ku di 24ê tebaxê da ji hêla hêzên hewayî yên Koalîsyonê û Hêzên Wezifeya Taybet a Hevpar a TSKê va ji ber gefxwarinên terorê yên li bakurê Helebê dabûn destpêkirin hê jî didome.
Di çarçoveya hemleyê da duh komeke wesayîtên bizirx ên TSKê ji Elbeyliya navçeya Kilîsê derbasî navçeya Çobanbeya Sûriyeyê bûn û di roja 12mîn a hemleyê da ASAyê hin gundên nû xilas kir.
Hêzên muxalif li herêma Çobanbeyê gundên Tûweyran, Xelîliye, Bab Lemon, Hec Welî û Okuzolduren ji DAEŞê stendin. Hemleya ku ji aliyê Cerablûsê va dest pê kiriye ji ser sînorê Tirkiyeyê bigire heta 24 kîlometre ber bi aliyê Çemê Feratê va berfireh bûbû û gihîştibû baskê rojavayê çemê Sucuyê.
ASAyê herî dawîn jî li rojavayê Cerablusê gundên Ganîme û Suweydayê ji DAEŞê xilas kir û tevlî hêzên ji aliyê Çobanbeyê va dihatin di heman demê da Kadikoya (El Qadî) gundê herî dawîn ê ser xeta sînor bû jî rizgar kirin. Bi vî awayî hêzên ASAyê bi saya piştgiriya TSKê va di navbera Çobanbey û Cerablusa ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê da herêmeke ji hêzên terorîstan hat paqijkirin, ava kirin.
Ji ser sînorê Tirkiyeyê herêmeke ewle ya di navbera 3 û 5 kîlometreyan a ber bi Sûriyeyê hat paqijkirin û temasa DAEŞê ra nema.
Di roja 12mîn a tevgerê da qada ku ASAyê ji DAEŞ û PYDyê xilas kir gihîşt nêzî 600 kîlomtrekereyê.
Çavkaniyên ewlehiyê yên agahî dan AAyê ragihandin ku Hemleya Mertalê Feratê wê dewam bike û herêma xeta Ezez-Cerablûsê ya ku ji terorê hatiye paqijkirin wê bê berfirehkirin.