Haydar Şahin
26 Tebax 2017•Rojanekirin: 27 Tebax 2017
TAÎPEÎ
Muzeya Qesra Neteweyî ya li Taîpeiya bajarê Tayvanê ji 700 hezar parçeyên dîrokî ra malxweyîtiyê dike û bi vê taybetiya xwe va di nav muzeyên herî mezin ên dinyayê da tê jimartin.
Ji bo pêşandan û parastina bi hezaran berheman muze di zikê çiyê da hatiye çêkirin. Li muzeyê ji amûrên merivên berê bigre hetanî destkariya kevirê kesk, ji eşyayên împaratorên Çînê bigre hetanî amûrên ku şahidiya 5 hezar salî ya herêmê dikin 700 hezar parçeyên antîke hene.
Taybetiya herî mezin a muzeyê ew e ku piraniya amûran di mahzenên Çiyayê Yangmîngê da tên veşartin. Muze 9 hezar qeremetre ye û mahzen ji muzeyê mezintir in.
Berhemên ku tên pêşandan zehf kêm in û piraniya berheman di çiyê da tên veşartin û dîroka Çînê ya bi hezaran salî didin ber çavan.
Seramîk, porselen, kalîgrafî û pirtûk mehê carê tên guherandin, kevirên kes û amûrên ku qîmeta wan giran e jî 6 mehan carê tên guherandin.
Ziyaretvanên ku dixwazin der barê dîroka Çînê, jiyana împaratoran, wêje û çanda heyamên da bibin xwedîagahî tên li vê muzeyê digerin.
Ji bo ku hemû berhemên li muzeyê bibînin dibê bi salan bernameya pêşengehên muzeyê teqîb bikin û muzeyê mehê carê ziyaret bikin.
- Di salê da 5 milyon ziyaretvan
Ji ber ku li muzeyê 700 hezar parçe hene ziyaretvan eleqeyeke mezin nîşanî vê derê didin.
Di salê da 5 milyon kes muzeya ku di nav muzeyên herî mezin ên dinyayê da tên jimartin ziyaret dikin.