27 Îlon 2015•Rojanekirin: 27 Îlon 2015
VAN
Di çarçoveya kampanyaya qurbanê ya Komeleya Vakifayê da Avedî Kevor Hîlkatê êrmenî yê welatiyê Tirkiyeyê ji bo xêrê dewar bexşand.
Endamê damezrêner ê Komeleya Vakifayê Avedî Kevor Hîlkatê (63) ku tevlî kampanyaya qurbanê bû daxuyanî da û wiha got: "Him ji bo dayîna qurbanê û him jî ji bo xebatên komeleyê bibînim ji Stenbolê hatim Wanê. Cara ewil min di eyda qurbanê ya berê da qurban serjê kir."
Hîlkat diyar kir ku di xirîstiyaniyê da jî qurban hêye û wiha dewam kir: "Lê bi gelemperî wek adak tê dayîn. Vakifay bi rêya wekaletê qurbanan serjê dike. Ez him damezrênerê komeleyê me û him jî sekreterê giştî yê karê aboriyê me. Ez xirîstiyan im lê ji vê îbadeta misilmanan hez dikim. Eyda berê jî min hîse da û qurban serjê kir. Îsal jî ez tevlî bûm û min 7 hîse sitend. Vakifay bêyî ku li dîn, milet û erdnîgariyê binihêre organîzasyonan çêdike. Ez ji vê kêfxweş im."
Hîlkat diyar kir ku wê bi destê navenda giştî û şaxan komeleyê goştê qurbanan li kesên feqîr bên belavkirin û got Xwedê ji xêrxwazan razî be.