Li Tirkiyê ji bo sewalvaniyê ji navendên herî giring yek jî Qers e. Bi nêzbûna Îda Qûrbanê ve rojê ji nêzî 2 hezar pez û dewarî ji Qersê dişînin 80ê bajarên din.
Li Tirkiyê, Qers di qada sewalvaniyê de, di nav 5 bajarên ku herî zêde tê dermalîkirin de cih digre. Sewalvanên ku bi vî karî re mijûl in dewarên ku bihayê wan di navbera 2 hezar û 6 hezaran de diguhire li tira bar dikin û ber bi bajarên rojavayê ve dişînin.
Midûrê Bajar a Xurek, Çandinî û Heywandariyê yê Qersê Huseyîn Duzgun ji bo vê mijarê daxûyanî da nûçegîhanê AAyê û got: "Li Qersê nêzî 600 hezarî pez û dawar hene. Welatiyên me di meha nîsanê de heywanên xwe dibin zozanan, di navbera meha îlonê de jî bi pez û dewarên xwe yên ku zeximîne vedigerin gundên xwe. Piştî vê ji bo firotinê ajalên xwe derdixin bazarê."
Duzgun dest nîşan kir ku ji 80ê bajaran welatî ji bo ku sewalên bo qûrbanê li Qersê bikirin tên bajar û wiha dewam kir: "Em ji Qersê pez û dewaran dişînin gelek bajaran. Ajalên ku em di nav salekê de ji vê derê dişînin ji hejmara ajalên 56 bajaran zêdetir e. Heta niha me 65 hezar dewar şandiye 80ê bajaran. Em wisa bawer dikin ku ev hejmar di dawiya salê de dê derkeve 170-180 hezarî. Îsal demsal ji ber ku xweş derbas bû, heywan zêde nemirîn. Bi nêzbûna Îda Qûrbanê ve jî tevger jî zêde bû. Em rojê nêzî 2 hezar heywanî dişînin bajarên din."
Ji bo sewalvan mexdûr nebin jî li Qersê 6 baytar dixebitin.
Bihayê sewalan di navbera 2 hezar û 6 hezaran de diguhire, bihayê heywanan li gor sal, zeximbûn, giranî û cinsiyeta wan tê kifşkirin.