Selen Valente Rasquinho
21 Gulan 2025•Rojanekirin: 21 Gulan 2025
Kaja Kallasa Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva ya YEkîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku YE dê Peymana Hevkariyê ya ku îmtiyazên bazirganî dide Îsraîlê ji nû va binirxînin.
Kallasê piştî Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê ya li Brukselê hat kirin daxuyanî da rojnamevanan û got ku piraniya welatên endam piştgirî dan ji nû va nirxandina Peymana Hevkariya YE-Îsraîlê ya ku Hollandayê pêşniyaz kir.
Nûnera Bilind a YEyê got ku "Ji ber vê em ê vê xebatê bidin destpêkirin. Di vê navberê da rakirina alîkariya însanî ji Îsraîlê ra dimîne."
Kallasê li ser pirsên der barê gelo dê pêvajoya nirxandinê kengî encam bide got ku "Em vê xebatê didin destpêkirin û di vê navberê da bi rastî jî hêvî dikin ku astengiya alîkariya însanî bê rakirin û rewş çêtir bibe."
YE di pozîsyona hevkarê bazirganiyê ya herî mezin a Îsrîalê da ye.