Selen Valente Rasquinho
21 Gulan 2025•Rojanekirin: 21 Gulan 2025
Kaja Kallasa Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Karên Derva ya YEkîtiya Ewropayê (YE) ragihand biryar hat dayîn ku mueyideyên aborî yên dijî Sûriyeyê bên rakirin.
Kallasê piştî Civîna Wezîrên Karên Derva yên YEyê ya li Brukselê hat kirin ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî daxuyanî da û peyama "Me îro biryar da ku mueyideyên aborî yên dijî Sûriyeyê rakin."
Kallasê got ku "Em dixwazin bibin alîkar ku gelê Sûriyeyê Sûriyeyekî nû, berfireh û aştiyane ava bikin." û diyar kir ku YE dê ji niha pê va jî li ba gelê Sûriyeyê be.
Mueyideyên YEyê yên dijî Sûriyeyê piştî ku şerê navxweyî derket di gulana 2011an da dest pê kir.