BRUKSEL
Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo milyonek û 500 hezarî zêdetir penaberên sûriyî yên ku li Tirkiyeyê dimînin pakêta alîkariyê amade kir.
Gîles Portmantê şêwirmendê Nûnera Bilind a Karên Derve ya YEyê Federîca Mogherînî ya Tirkiyeyê di axaftina xwe ya Komîsyona Parlementoya Tevlihev ya YE-Tirkiyeyê de diyar kir ku "pakêteke baş" a alîkariyê amade kirin. Hat ragihandin ku haya meqamên tirk ji vê pakêta hatiye amadekirin heye.
Portman destnîşan kir ku ji bo erêkirina pakêtê li benda biryara meqamên tirk in û wiha dewam kir: "Ji bo qebûlkirin û sepandina pakêtê em li benda biryara meqamên tirk in. Di pakêta ku me amade kiriye de ji bo penaberên sûriyî di qada perwerdehî, tenduristî, xwegihandina xizmetê û pîşeyê de alîkarî û piştgirî dê bê dayîn.
Portman di xeberdana xwe de Tirkiyeya ji hemû penaberên sûriyî re deriyê xwe vekiriye pîroz kir û bal kişand ser liberxwedana Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) a ku li Sûriyeyê li dijî DÎŞIyê şer dike û wiha bangî wan kir: "Lazim e ku PYD mesafeyê bike navbere xwe û rejima Esed û tevlî muxalefeta mutedîl bibe."