ANKARA
Hevseroka Giştî ya HDPyê Fîgen Yuksekdagê destnîşan kir ku bê siyanetiya li dijî Mescida Eqsayê nayê qebûlkirin û wiha got: "Ji bo me Kobanê çi be Quds jî ew e. Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê şermezar dikin."
Yuksedag di Civîna Koma HDPyê ya li Meclisê de axivî û got ku ev 2 meh e berxwedana Kobanêyê dewam dike.
Yuksekdagê destnîşan kir ku tu hêz nikare li ber berxwedana Kobanêyê bisekine û wiha dewam kir: "Yên ku li Kobanêyê tiştekî bi dest nexistin niha jî çav berdane Efrînê. Çeteyên El Nusrayê ku bi destê îqtidarê mezin bûn niha dixwazin herêmê bikin dojeha qetlîaman."
Yuksekdagê got ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dibêje ev berxwedan berhema "hişê rayedarên payebilind" e û wiha dewam dewam kir: "Berxwedan û îradeya li Kobanêyê û Rojavayê fehm nakin. Berxwedan û rêya ku Kobanê û Rojavayê vekir hişê wan tarûmar kiriye. Berxwedana li Kobanêyê derseke mezin da hêzên navnetweyî û dewletên serdest."
Yuksekdagê di axaftina xwe de bal kişand ser Filistînê û êrîşa leşkerên Îsraîlê ya li ser Mescida Eqsayê şermezar kir.
Yuksekdagê di axaftina xwe de got ku ji bo me Kobanê çi be Quds, Xeze, Şerîaya Rojavayê jî ew e û wiha dewam kir: "Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Mescida Eqsayê şermezar dikin. Êrîşa li ser Mescida Eqsayê nayê qebûlkirin. Em têkoşîna Filistînê ji têkoşîna gelê Tirkiyeyê ya ji bo aştî û azadiyê cihê nagirin. Azadiya Filistînê û doza me ya azadiyê re têkildar e."
Yuksekdagê got ku hefteya borî êrîşa li dijî endamê Meclisa Partiya HDPyê Ahmet Karataş bi helwest û daxuyaniyên îqtidarê re têkildar e û divê ev bûyer were zelalkirin.
- "Bi fermî qetlîama Dêrsimê nas bikin"
Yuksekdagê diyar kir ku Serokwezîr Ahmet Davutoglu dibêje ez bi heman awayî li Kerbela û Dêrsimê dinihêrim û wiha xeberda: "Divê bi fermî qetlîama Dêrsimê were naskirin, îtibara Seyît Riza were îadekirin û mezelên kesên winda werin dîtin."